ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Muqteda Sedir çalakiyên Seraya Selam rawestand
Lîderê Tevgera Neteweyî ya Şîa Muqteda Sedir biryar da ku karên Seraya Selam ên li Basra û Kutê ji bo 6 mehan bisekinîne. -
Li girtîgehên Îsraîlê nêzî 9 hezar û 300 Filistînî têne girtin
Rêxistinên mafên mirovan ragihand ku bi hezaran Filîstînî ku bi sedan zarok jî di nav de ne, li girtîgehên Îsraîlê ne û bi hezaran jî bêyî sûc an jî darizandinê di bin çavan de têne girtin. -
Li Kermanê 3 endamên hêzên ewlehiyê û sivîlekî jiyana xwe ji dest dan
Hate ragihandin ku di encama şer û pevçûnên li başûrê Îranê de 3 endamên hêzên ewlehiyê û herî kêm welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest dane. -
Li gorî Kampanyaya ji Darvekirinê re Na di 25 rojan de 271 kes hatin darvekirin
Kampanyaya Sêşemên ji Darvekirinê re Na, ragihand ku di 25 rojên borî de 271 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin. -
Li Deriyê Sînor ê Ebu Kemal teqîn
Li nêzî deriyê sînor ê Ebu Kemal ku dikeve navbera sînorê Iraq û Sûriyeyê, wesayîtek teqiya. -
Îsraîl wê 25 avahiyan hilweşîne: Bi sedan kes wê bêwar bimînin
Hat ragihandin ku Artêşa Îsraîlê amadekariyan dike ku li Kampa Penaberan a Nur Şemsê ya li bakurê Şerîeya Rojava 25 xaniyan hilweşîne. -
Hejmara darvekirinên Erebistana Siûdî rekor şikand: Di 2025'an de 340 kes hatin darvekirin
Hate ragihandin ku hejmara kesên ku ji destpêka sala 2005'an ve li Erebistana Siûdî hatine darvekirin gihîştiye 340 kesan. -
Îran: Artêşa me li dijî her cûre karên neqanûnî amade ye
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî diyar kir ku artêşa wan li dijî her cûre karên neqanûnî û awarte amade ye û anî ziman ku danûstandinên wan ên bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) dewam dikin. -
HRW'ê bang li Tehranê kir: Aktîvîstên mafên mirovan divê tavilê bêne berdan
HRW'ê ragihand ku ew ji binçavkirina aktîvîstên mafên mirovan bi fikar e û xwest, aktîvîst tavilê bêne berdan. -
Trump: Wê bersiva êrîşê were dayîn
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump têkildarî êrîşa li Sûriyeyê ya li dijî leşkerên Emerîkî, daxuyanî da û diyar kir ku wê bersiva êrîşê were dayîn. -
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Bexdayê ye
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres gihişt Bexdayê û tê payîn tevlî merasîma dawî anîna erkê rêxistina NY a li Iraqê bibe. -
Çeteyên DAÎŞ'ê avêtin ser gund: Serokê berê yê Encûmena Gund qetil kirin
Çeteyên DAÎŞ'ê doh bi şev avêtin ser gundê Bedir ê li başûrê Tikrîtê. Di encamê de serokê berê yê encûmena gund hate kuştin. -
Îsraîlê gef li Hîzbûllahê xwar: Bêçek nebe, wê 'êrişa mezin' destpê bike!
Artêşa Îsraîlê (Tsahal) ragihand ku eger heta dawiya sala 2025'an hewldanên hikumeta Lubnanê yên ji bo bêçekkirina Hîzbûllahê bi ser nekeve, êrişeke berfireh li hemberî rêxistinê destpê bike. -
Ji Nûnerê Taybet ê Iraqê hişyariya komên çekdar
Nûnerê Taybet ê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yê Karûbarên Iraqê Mark Savaya, diyar kir ku li welateke ku bi komên çekdar re ketibe pêşbaziyê, serketin ne pêkan e. -
Rêxistina Efûyê: Hamasê 7'ê Cotmehê û piştî wê 'li dijî mirovahiyê' sûc kir
Amnesty International yekemcar Hamas û komên çekdar ên Fîlîstînî sûcdar kir ku 7'ê Cotmeha 2023'an di êrişên li ser Îsraîlê û piştî wê de li dijî mirovahiyê sûc kirin. -
Qirêjiya hewayê ya li Îranê beşên lezgîn tijî kir
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di nava heftiya dawî de 170 hezar kes ji ber nexweşiyên qirêjiya hewayê, serî li beşên lezgîn dane. -
UNICEF: Li Xezayê kêmasiya xwarinê bandoreke 'wêranker' li ser pitikan dike
UNICEF'ê ragihand ku li Xezayê, kêmasiya giran a xwarinê di nav jinên ducanî û yên şîr didin de, li ser zarokên nûbûyî 'bandorên wêranker' çêdike. -
Hêzên Îsraîlê avêtin ser avahiya UNRWA'yê
Hêzên Îsraîlê li taxa Şêx Cerah a Qûdsê avêtin ser avahiya UNRWA'yê û hêzên ewlekariyê yên li avahiyê binçavkirin. -
Sûdanî: Tasiyefkirina komên çekdar bi biryara hikumetê çareserî nîne
Serokwezîrê ıraqê Sûdanî anî ziman ku helwesteke wan li dijî Hîzbûllah û Hamasê nîne û got, "Tasfiyekrina komên çekdar bi biryara hikumetê çareserî nîne." -
Li Iraqê wekîltiya 6 parlamenteran hate betalkirin
Şêwirmendê Hiqûqî yê Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê diyar kir ku wekîltiya 6 parlamenteran hatiye betalkirin. -
Serokwezîrê Elmanyayê banga ‘reformên lezgîn’ li Mahmûd Abbas kir
Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz beriya serdana yekem a fermî ji bo Îsraîlê bi Serokê Filistînê Mahmûd Abbas re bi telefonê axivî û banga pêkanîna “reformên pêwîst ên lezgîn” li rêveberiya Filistînê kir. -
NY: Binpêkirinên li Sûriyeyê dewam dikin
Komîseriya Bilind ê Mafên Mirovan (OHCHR) ragihand ku li Sûriyeyê binpêkirinê mîna darvekirin, revandin, tundiya cinsî, girtin û talankirina milkan, berdewam in. Komîseriyê daxwaza edalet û hesabpirsînê ya tavilê kir. -
Li bejahiya Şamê liv û tevgera Îsraîlê
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê vê siharê bi 7 wesayîtên leşkerî kete bejahiya Şamê. -
Li Sûriyeyê ji ber bermahiyên şer di salekê de 665’an kesan jiyana xwe ji dest dan
SOHR’ê ragihand ku ji dema têkçûna rejîma Baas û vir ve li Sûriyeyê ji ber bermahiyên şer 665’an kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Xezeyê ji sedî 98 erdên çandiniyê wêran bûne
Li Xezeyê ji sedî 98 erdê çandiniyê û daristan ji ber êrîşên Îsralê yên ji sala 2023’yan ve tên kirin wêran bûne. Pispor diyar dikin ku di dîroka nûjen de wêrankirina bi vî rengî tineye.